Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
hey lê lê hey lê ha hayê ha hayê…
hayê ha wayê ha wayê
Kuro lawiko sibe ye mi ji te ra nego vê sibengê bejna mi te ra zirav e tayê rihanê ji têla ketê hela tu bala xwe bidê vê sibengê malxirabo lawkê minê cindî jêliv hatiye vê sibengê ji welatê Suruc qaçaxtiyê Xaliqiyo Rebiyo ji Binê Xetê
ez ji te ra sond bixwim sonda qesemê
bi navê Quranê, dîn îmanê, telaqê jinberdanê
ezê vê sibengê mal xirabo bejna xwe bixemilînim şam û qutniyê Helebê
tu sêr bike qolê zêran û zîvan bavêm gerdana zer malxirabo kembera zêr û zîvîn bidim bejna zirav gelo vê sibengê li nava xwe hermetê
qasekî herime pêşiya lawikê cindî
bira bêje sebra mine nazikê nazenîn jêliv tê
tu dêhna xwê bidê vê sibengê şewq û şemal bi hevra ketê
bê ha yar yar ha ha yar yar…
yar yar yar
Erê lê bedewê ezê ji dilanî dîn im ê hayê hayê… kuro lawko sibe ye ezê ji dilanê dilekî dîn im
tu sêr bike vê sibengê malxirabo
ezê ji bona xatirê bejna zirav dev û lêvê şekirî, yanaxî ahmedî, terzê di hakimî, şemle di Erebî xwe berdim welatê di Sûrî
gelo îsal tim û tim cara ji te ra şam û qutniyê Helebê tînim ezê vê sibengê malxirabo li bejna zirav
vê sibengê malxirabo ji kêfê ra li bejna zirav bikînim
tu sêr bike vê sibengê derketim welatê xerîb û xerîbistanê
tu dêhna xwe bidê gava kewa gozel ji xwe ra qarişî mi tê
sebrê ez dibêjim bira malê mi tune be
ezê şevan û rojan parsekçî bim li derê dertûlê xelqê am û alemê bim gava kawa gozel vê sibengê ji wê da tê
bila bejna te têr bibînim
kubar yar yarê ha yar yar…
yar yar kubara min yar.
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: