Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Dilo carek xwe hişyar ke
Hilo da çin bi seyranê
Bi carek bes xwe bê par ke
Were seyra gulîstanê
Gulîstana ku sorgul tê
Semen nisrîn û sunbul tê
Hezar bilbil bi xulxul tê
Di hîva meha nîsanê
Di dîwana ku qerqef tê
Di nêv bezma ney û def tê
Melayîk sed hezar sef tê
Ez im ê hate meydanê
Ez im serxweş ji wê camê
Ez im sewda di nêv ‘amê
Ez im Enqa ketim damê
Bi zulfan ser xalan danê
Bi zulfan hate ser xalan
Binefş û werd û alalan
Dil û canê me evdalan
Dibin her dem bi talanê
Bi talan ku dused ser çûn
Hezaran genc û gewher çûn
Dilê’m sed pare ker ker çûn
Tu Xanî bes ke efxanê
Helbest: Ehmedê Xanî
Muzîk: Strango
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: