Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Bilbilo çima ji dil dinalî?
Tû bi keserî… Tû bi êş û xem û nalî
Bilbilo çima ji dil dinalî?
Bi keserî bi êş û xem û nalî
Ez jî wek te me bilbilo… Tenê mame li vî warî
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… penabero…
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… penabero…
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… perîşano
…
Ahîna te ji derûnda bi kesere
Derdê dûrbuna ji hevalan da sere
Ahîna te ji derûnda bi kesere
Derdê dûrbuna ji hevalan da sere
Her ez û te li vî warî bin… Em ê can jî bidin sere
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… bê waro…
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… penabero…
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… perîşano
…
Rojên borî ji yê tên Tim xweştirin
Ji xwe bipirs çima ez û te li virin
Rojên borî ji yê tên Tim xweştirin
Ji xwe bipirs çima ez û te li virin
Baskê min û te şikestîne… Em nikarin bifirin
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… penabero…
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… perîşano…
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… penabero…
Bê keso hejaro bilbilo
Tenê maye dil bi kulo bilbilo… perîşano…
Gotin û Muzîk: Sadun Kobani
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: