Pêşeka

  • Malperê Serekî
  • Belavkirina Nû
  • Berbiçav
  • Pêşniyarî

Etîket

berxwedan kurmancî salên 1980an welatparêzî

Me bişopînin

Strana Kurdi
  • Stran
  • Stranbêj
  • Stranên Tevlihev
  • AZ
  • Kîne Em ?
  • Gotin Bişîne
No Result
View All Result
  • Stran
  • Stranbêj
  • Stranên Tevlihev
  • AZ
  • Kîne Em ?
  • Gotin Bişîne
No Result
View All Result
Strana Kurdi
No Result
View All Result

Şibliyê Çaçan – Cangîr Axa

Albûm:

Nivîskar:

Stran:

Wergêr: Serkan Aytan

🎬 Vîdyoyê veke
📴 Vîdyoyê bigire

🇹🇯 Kurmanci

Ay ay were lo bavo, lo lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy,
Lo bavo dilê mi kubara sibê ye,
Lo xweyoy dilê mi kubara sibê ye,
Minê bala xwe dayê Cangîr axa, axayê êlê kekê Fedla,
De rênga Remeqeliyanî wêran da,
Kafir Hirço jî siyar e, kekê têye fenî ba ye,
De wê kupekê têye fenî ba ye,
Êlê berdê kekê Fedlayê de tu berdê,
Axayê êlê de tu berdê,
Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê,
De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene,
Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê,
De derbas kim Ava Alîkendê,
Ê de bira bêbextê romê ser talanê vê cemed e,
Xulam xizmetkara neşîne cerdê, ay ay ay.
Ay ay were lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy, lo bavo,
Lo bavo, bejna kekê Fedla zirav e, mînanî spîndara dev geliya,
Lo xweyo, bejna mîrê mi zirav e mînanî spîndara dev geliya,
De divê bihar e belekiya xwe da berê çiya,
De bihar e belekiya xwe da berê çiya,
Cangîr axa kire gazî, gele koma pismama,
De rabin, destê xwe bidine ser tetikê eyneliyan,
Hewariya me tu car nayê,
Hewariya me maye Xwedê jor e, dîsa Şemsê lo me êzîdiya,
Ê de berdê kekê Fedla de tu berdê, axayê êlê de tu berdê,
Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê,
De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene,
Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê, ay ay.
Ay ay were lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy, lo bavo,
Lo bavo, sibe ye dilê min î kînekîn e,
Lo xweyo, sibe ye dilê min î kînekîn e,
De divê hewarîkê kete nava romê, peya xwe peyê ra nagihîne,
Hê de peya xwe peyê ra nagihîne,
Kamil efendî kire gazî, go kuro lawo minê we ra negotibû karê wan talanê
êzîdiya nîn e,
De karê wan talanê êzîdiya nîn e,
De tu îro kubara sibê ra ser me da girtiye Cangîr Axa, mîrê zirav, Xwedê zane
lo rihistîn e,
Ê de berdê kekê Fedla de tu berdê, axayê êlê de tu berdê,
Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê,
De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene,
Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê, ay ay.
Ay ay were lo bavo, lo bavoy, lo bavoy, lo bavoy, lo bavo,
Lo bavo, meke xweyoy de tu meke,
De tu serê Şemsê xwe ke qasekî xwe tetika mawîzerê bi egle ke,
Hetanî koma pismama xetê çêlekê navtenga exte vekir,
Ê de xetê çêlekê navtenga ex te vekir,
De go kuro lawo exte bajon aliyê malê,
Gula barûdê fişenga lêkin,
Em ê bajon pêşiya bînbaşî romê,
De bira careke din qesta talanê êzîdiya neke,
Ê de berdê kekê Fedla de tu berdê, axayêê lê de tu berdê,
Qayîşa mawîzerê berav ke bavêje zendê,
De berî hezar hefsed mêrê Hemîdiyê hene,
Ê de xwar ke gêdûka Panosê derbas ke Ava Alîkendê, ay ay.

🇹🇷Türkçe

Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.

 

🇬🇧English

There is no translation of this song currently.

🎙️ – Çîrok

🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:

📖 Çîrok:

🎙️ – Hikâyesi

📅 Yayın Yılı: 
💿 Albüm: 
🗣️ Lehçe: 
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:

📖Hikâye:

🎙️– The Story

📅 Year of Release: 
💿 Album: 
🗣️ Dialect: 
✍️ Lyricist:

📖 Story:

Related Posts

Stran

Zadîna Şakir & Hemîdê Mecît – Keleşo

12
Stran

Mecîdê Silêman & Zadîna Şakir – Hey Lê Lê Dînê

3

© 2025 Stranên Kurdî

  • Kîne Em ?
  • Têkilî Pêk Bîne

No Result
View All Result
  • Stran
  • Stranbêj
  • Stranên Tevlihev
  • Gotin Bişîne
  • Kîne Em ?

© 2025 Stranên Kurdî – Mafê parastinê. Malpera xebatê ya Ronahî ya kurdî.

Are you sure want to unlock this post?
Unlock left : 0
Are you sure want to cancel subscription?