Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Li min lo lo, li min lo lo… sibê yê çûm e mala bavê Seyro ji xwe re wê sibê qasta bê şûjin e yê, midî bavê seyro sekinîyê kelêka xwe dayê dêla jinê yê, gava çavê min bavê Seyro dikeve bazin li ser dilê min digere dikeve qirrika min xwêdana ser cera te giran wê min binê yê, min digo wellê dilê min û Bavê Seyro Siwarê araba bi tenê, min nizanîbû qîza mihala jorî gidî heyran bextê min rê îro te ma dilketin e, li min lo lo lo, li min lo lo lo, li min dela yê…
Li min lo lo gidî sibê yê Bavê Seyro ezê ba te dikim lawikê torî… Gidî lawikê torî siwar bûyê li canû yê tor a gidî sibê yê wê ji te re morî, min nizanîbû Bavê Seyro gidî bêbext derketiyê yarekî girtîyê li mehellê omerîka gidî mehlla jêrî, min e zihala Bavê Seyro dayê gidî xeliqa alemê gidî mîrê jorî, her ro min digo xwedê bi serê min û bavê min a aşîra jêr a bikî kurban li gorî, ax li min lo lo tu xêra nebînî, jara bi surmê kitana sipî ba dilê min rabena xwedê de tu car tu yê li ber serê xwe nebînî…
Li min lo lo li min lo lo lo… Sibê yê Bavê Seyro çira gidî lo tu deng nakî, êlê kanî ya orta gundê me de xira bûyê tu çira çênakî, “cihê gorişmê wan ê li wê der e” tu çima orta kanîyê tem a kevir in mermer sor û gidî lo lo lo tu çênakî malmîrado tenarî cem qeymekamê zokê mudurê welmedîna çira gidî gilî nakî, tu qiymîşî mal û gidî malê dinyayê zêr û perê nakî, tu gazî yî miftî û mela nakî, tu xal û gerdenê min çira li ser xwe taxê qeyd û tapû yê mohr û gidî Himzê nakî, li min lo lo lo li min lo lo li min dela yê…
Li min lo lo… li min lo lo… Sibê yê Bavê Seyro sekinî yê gidî wê sibê ber bênderê, min dî kelêka xwe da yê gidî wê gidî derê wê cercerê yê, şerma heval û hogir û fesadê neba ezê bibama li heşî yê şar a hema yê min e xwe berda li ser kordana demaçê gidî kebza wê xençerê… ax li min lo lo li min dela yê… li min lo lo gidî bes e lo lo….
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: