Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Ûy de mala min, ûy de mala min
Mala bavê min mala meran e heywax
Dere mala min hêy… lê mala bavê min mala meran e
Û konê mala bavê min rebena Xwedê konê mala meran e ha wa wey lê…
Dere çawa bi destê bavê Lalo girtin xistin kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo yellah lo kurdo
Dere çawa berê zarok û zeçên wî dane guhê van gundan e de hoy, hoy…
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê…
Dere mala min hêy…
Ûy de mala min, mala min…
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy
Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekê danî li berê çema
Were vê sibekê naziman û qumandarê Qolordiya Diyarbekir
Hatîn kon û kozikê xwe danîn cem me
Belê wezê nakevime ber kuştin û girtina bavê Lalo
Siwarê kovê ezê ketime ber heyfa wê heyfê
Dere çawa destê wî xistin darê kelepçê
Berê wî dane hepisxana bajarê Erziromê
Dere çawa berê zarok û zêçê wî danê nav Ecem e oy oy….
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy….
Dere mala min hêy…
Ûy de mala min, mala min…
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy
Û çadira bavê Lalo danî li serê latê
Xeybetê berxê mala Emer vê sibekê danî li serê latê
Belê îro sê roj e alaya Sêrtê
Tevî mufreza cendirmê tabûra eskerê vê xelatê
Belê digerine li bavê Lalo, siwarê kovê
Li vê dews û li vê rêç û li vê deşt û taqibatê
Wele ezê nakevime ber girtin û kuştina bavê Lalo
Ezê dikevim ber heyra vê heyrê
Û axalerkê me ser re dibêjin
Çawa tu bûyî fîrar û mahkûm û qaçaxê hukûmatê hoy de hoy
Mala bavê min mala meran e ha wa wey lê oy…
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Şivan Perwer
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: