Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Were em topkin bi hev re canê
Belgên tirîyê vê biharê
Were em rûnin li biniya darê
Topkin sêvên zivistanê
Were min bavêje nav gîhayê
Bikene heya siharê
Were bi min bikene
Bila ew tenê kenê te be
Lê lê lê lê lê xuçê
Lê lê lê lê lê xuçê
Serê tiliya te ya çûçik
Nadim tevahiya dinyayê
Lê lê lê lê lê xuçê
Lê lê lê lê lê xuçê
Serê tiliya te ya çûçik
Nadim tevahiya dinyayê
Bi derzî û ta ji kakilê guza
Dîsa didirûm wê gerdenê
Ew gerden tenê li te tê
Xuça min axîretê
Em bêhn bikin bi hev re gula
Dirêj bin wek simbila
Şîyar kin zaroktî ji xewa
Ev dem dema min û te ba
Lê lê lê lê lê xuçê
Lê lê lê lê lê xuçê
Serê tiliya te ya çûçik
Nadim tevahiya dinyayê
Lê lê lê lê lê xuçê
Lê lê lê lê lê xuçê
Serê tiliya te ya çûçik
Nadim tevahiya dinyayê
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: