Pêşeka

  • Malperê Serekî
  • Belavkirina Nû
  • Berbiçav
  • Pêşniyarî

Etîket

berxwedan kurmancî salên 1980an welatparêzî

Me bişopînin

Strana Kurdi
  • Stran
  • Stranbêj
  • Stranên Tevlihev
  • AZ
  • Kîne Em ?
  • Gotin Bişîne
No Result
View All Result
  • Stran
  • Stranbêj
  • Stranên Tevlihev
  • AZ
  • Kîne Em ?
  • Gotin Bişîne
No Result
View All Result
Strana Kurdi
No Result
View All Result

Teyîboyê Misircî – Mala Eliyê Ûnis

Albûm:

Nivîskar:

Stran:

Wergêr: Serkan Aytan

🎬 Vîdyoyê veke
📴 Vîdyoyê bigire

🇹🇯 Kurmanci

Ferman e ferman e ferman e
Fermana serê şêxan û melan e
Darê Îstiqlalê li Diyarbekirê bi cî dane
Emrê vê fermanê li jorê bi destê Xweda ye
Li xwarê li gorî qanûnê tirka ye
Tu li çar terefê dinyayê bigerî şer e
Di Çiyayê Sasonê de
Qetl e qitûl e êxir dewr e
Axirêzeman e
Tim û biharan û payîzan
Fermana li serê me kurdan e

Bavê Mihyedîn bi sê denga
Li birrek peyayê Mala şeref dikir gazî
Li Mistê li Ûnis li şêxo li Derwêş
Ronîka çavê min Evdirehman e

Bavêminbûno
Hûn ê li Hezo û Melefa nexin
Miletê Hezo û Melefa reiya ne
Em ê îro Hezo û Melefan
Ji xwe re bikin xestexane
Xwe li ser Pira Serendê
Xwe li ser pêşiya tabûra Zekî Begê
Xwe bigihînin jê bikin
Serê zabîtan û qûmandaran e
Em ê hê bikin rayîna Mihyedîn û Rindîxan e

Ferman e bavo ferman e
Li çar terefê dinyayê bigerî şer e
Li Çiyayê Sasonê qetl e qitûl e
Axir dewr e êxirê zeman e
Tim û biharan û payîzan
Fermana li serê me kurdan e

Babê Mihyedîn bi sê denga
Li birrek peyayê Mala şeref dikir gazî
Li Mistê li Ûnis li şêxo li Derwêş
Ronîka çavê min dîsa Evdirehman e

Bavêminbûno li nefera nexin
Heçî nefer in emirqûl in
Çavê dê û bavê wan e li riya wan e
Hûn ê çavê xwe bigerînin
Li şewqemezinan li terfîliya
Ayildizî li ser milê wan e
Xweyê miaşê giran e
Çavê wan li aferiman e
Em ê îro hilînin heyfa
Feqîr û meqîrên Omeriyan e

Ferman e bavo ferman e
Îro li darika Hezo û Melefa
Xweş tê girrînî teyaran xirênî cîban e
Di pozê Kopeko de xweş tê şîqînî bimban e
Di şikeftên Karmelîhê de
Xweş tê hermênî topan e
Di singê gelî de xweş tê
Qîjînî çapliyên me kurdan e
Pirkênî kurê bavan e
Xwîn hiltîne leşan e
Tim û biharan û payîzan
Fermana li serê me kurdan e

🇹🇷Türkçe

Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.

 

🇬🇧English

There is no translation of this song currently.

🎙️ – Çîrok

🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:

📖 Çîrok:

🎙️ – Hikâyesi

📅 Yayın Yılı: 
💿 Albüm: 
🗣️ Lehçe: 
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:

📖Hikâye:

🎙️– The Story

📅 Year of Release: 
💿 Album: 
🗣️ Dialect: 
✍️ Lyricist:

📖 Story:

Related Posts

Stran

Zadîna Şakir & Hemîdê Mecît – Keleşo

11
Stran

Mecîdê Silêman & Zadîna Şakir – Hoy Oy Zeynê

0

© 2025 Stranên Kurdî

  • Kîne Em ?
  • Têkilî Pêk Bîne

No Result
View All Result
  • Stran
  • Stranbêj
  • Stranên Tevlihev
  • Gotin Bişîne
  • Kîne Em ?

© 2025 Stranên Kurdî – Mafê parastinê. Malpera xebatê ya Ronahî ya kurdî.

Are you sure want to unlock this post?
Unlock left : 0
Are you sure want to cancel subscription?