Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Welatê min tiwî bûka cîhane
Hemî bax û bihuşt û merg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek serîn û rind û pir ciwan î
Serî taca Selehedînê Kurdî
Enî roj e di birca asîmanî
Du birhên te kevanê Rustemê Zal
Du zulfên te ji tirên qehremanî
Riwê te agirê Zerdeşt û Mezdik,
Ji te hêstir û seraba kemûranî
Du levên te kitêba Hecî Qadir,
Zimane te ji benda seydayê Xanî
Çena te guhê Cûdî û Hewlêr,
Qirik eywan û taxa Kesrewanî
Di sînga te kitêba Zendevista,
Memik ferfûr e tê de neqşê manî
Du destên te tixûben tirk û iran,
Hero cengê bi tîren zerveşanî
Ji sînga te bi jêr de gelyê Laleş,
Ziyaretgeh e bo me her zemanî
Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin,
Me dest girt û qelen da û tu anî
Serî û pa û zend û bazin tev bi hine,
Hemî sor in ji rengê erxewanî
Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal,
Ji me dengê tivengan çûye banî
Bira, law û bav û ap û pismam,
Li ser te hev dikuştin di rengê pehlewanî
Ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer,
Dihatin hev li meydanê beranî
Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin,
Me konê şer li ser sînga te danî
Emîr û begler û paşa û axa,
Kirin wêran sera û birc û xanî
Li alîkî te deng û ceng û halan e,
Li alîkî seydayê Xewsê Sanî
Du derdên me hebûn, dijwar û xedar,
Xizanî yek ewê di her nezanî
Weke şêr û piling em diçûn hev,
Penêr rovî ji meydanê hilanî
Me ew rojên ciwanî tev bi derdan,
Bi zîravî, belengazî û şivanî
Here bûkê pepûkê jar û mestû,
Li ser sînga te zava man biyanî
Te reş daye serê xwe ber li ser me,
Li rokê dibî pîroz kitanî
CEGERXWÎN e kurê te her dinale,
Ji ber jana nezanî û xizanî
(Dîsgotin)
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: