Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Tu hatî navşêrîna min
Evîn û xemrevîna min
Were xweş ke birînê min
Bi xemla xwa tu wek Zîn î
Şepal û şeng û şêrîn î
Ji dozê ra tu durbîn î
Bi dildara xwe pir rind î
Bi rûheyv û şekerxendî
Di vê rê de hunermend î
Bi dildara xwe pir rind î
Bi rûheyv û şekerxendî
Di vê rê de hunermend î
Ji min can û ceger kuştin
Dil û mêlak hemî mijtin
Tijî tîr û ber û xiştin
Bese ev jîna berbatî
Ji min can û ceger kuştin
Dil û mêlak hemî mijtin
Tijî tîr û ber û xiştin
Çi ye ev jîna berbatî
Bes e ey dilber û hogir
Bibarîne li min hawir
Te can û dil kirin agir
Bes e ey dilber û hogir
Bibarîne li min hawir
Te can û dil kirin agir
Xerabatim di meyxanê
Me mey da Ehmedê Xanê
Cizirê te kirî fincanê
Ji kûz û kupê Batî
Xerabatim di meyxanê
Me mey da Ehmedê Xanê
Cizirê te kirî fincanê
Ji kûz û kupê Batî
Hezar û sed evîndar in
Di vê rê de birîndar in
Bi qêrîn û bi hawar in
Hezar û sed evîndar in
Di vê rê de birîndar in
Bi qêrîn û bi hawar in
Cegerxwîn bes bike forta
Te dil da ber şiv û rûta
Bi pîrî, lê wekî xorta
Bi xwe kohê Ereratî
Cegerxwîn bes bike forta
Te dil da ber şiv û rûta
Bi pîrî, lê wekî xorta
Bi xwe kohê Ereratî
Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: