Albûm:
Nivîskar:
Stran:
Wergêr: Serkan Aytan
🇹🇯 Kurmanci
Lawikê min çû, bû xwendekar,
Ber bi gundê me nayê,
Yara xwe hişt, çara xwe hişt,
Ji Bîr kir sozê dinyayê.
Şeherlûkê tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî,
Dilê lawikê min bû kevir,
Çerxa min çep zivirî.
Ez çi bikim bêjna bilind,
Xirxê xwe yî rengî-rengî,
Gava lawikê min î ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî…
Hergê bêjim: ”Were, lawik,
Ez xezala serê çiya.”
Ax wê bêje: ” Şeherlûya min,
Kew-gozela nav baxça.”
Hergê bêjim: ”Were, lawik,
Ez sosin im, gula reng.”
Ax wê bêje:” Barişna mim,
Hewirmişa al-fireng”…
Wekî bêjim: ”Ez ê te re
Çêkim berr û xalîçe”,
Wê bê: ”Dosta min dizane,
Nexş-nîgarê şah, padişa”.
Min rebenê, hergê bêjim:
”Ez xanimeke cindî”,
Heqî-heqîya wê bê:
”Dostê profesor û xwendî…”
Na gidîno, qesem-qirar,
Xwendikarî bûye dem,
Ez ê hildim qey xatira
Defter, kaxez û qelem…
Helbest: Fêrîkê Ûsiv
Mûzîk: Yunus Dişkaya
🇹🇷Türkçe
Bu şarkının henüz türkçe çevirisi bulunmamaktadır.
🇬🇧English
There is no translation of this song currently.
🎙️ – Çîrok
🗓️ Sala weşanê:
🎵 Albûm:
🗣️ Lêhçe:
✍️ Nivîskarê stranê:
📖 Çîrok:
🎙️ – Hikâyesi
📅 Yayın Yılı:
💿 Albüm:
🗣️ Lehçe:
✍️ Şarkı Sözü Yazarı:
📖Hikâye:
🎙️– The Story
📅 Year of Release:
💿 Album:
🗣️ Dialect:
✍️ Lyricist:
📖 Story: